baran, nebariya.
rondikek ji çavên gelan,
xingirî ser pelgên gula azad.
gul naliya,
pelg çilmisîn,
ewrên reş ferikîn.
gul stûxwar ma.
lê belê,
dîsa roj bilind bû.
êşan hêsir miçiqandin li kanîkên çavan,
lorîk dîsa difetisin li zengelorkên bêziman,
nêrînên birçî û têrnebûyî,
tenê diman li dilên penaberan.
çiya dîsa nalînên bêkes dihewîne!
di dergûşa rizyayî de û li ber deriyê qederê,
xunaviyên kal! û şûrên zengarî,
li temenê me hêl dibe, heftê û sê car,
qîrînên jişîrvenebûne,
bi rê ketin ji mexmûra penaber,
heta şengala stûxwar.
dayikên xêrnedîtî bi tîna dilên xwe,
birînên zarokên xwe dikewandin.
heyy şengala birînên wê bê derman.
Piştî jinek bi tirimbêla xwe qeza dide li stargehekê şiyar dibe. Li stargehê du zilamên ku dibêjin ku cîhana derve di bin êrîşa kîmyewî de ye hene û nahêlin jin derkeve derve....
(0 şîrove)