Tirşik - Profîl
tirşik-profîla keyomerd

profîla "keyomerd"


tirşik - dîwara keyomerd

Dîwara keyomerd

- dayê, bavê min li ku ye?
- keça min, tu wî çiyayê porspî dibînî? bavê te li wir e.
- çi dike?
- berfê dihelîne.
- çima?
- ji bo em ji serman nemirin.



| 2021.02.06 23:09 | keyomerd

- temo, di ferhenga we meyxuran de mirin çi ye?
- mirin şiyariya mezin e!
- û jiyan?
- serxweşiyeke dirêj e.
- naxwe ez li ber keviyên şiyariyê me?!



| 2021.02.01 20:58 | keyomerd

سەرداری ئێمە بوو، کە لە سەر دار بە پێکەنین
بانگی دەکرد:بە کوشتنی من میللەتم دەژین



| 2021.01.14 19:35 | keyomerd

baran, nebariya.
rondikek ji çavên gelan,
xingirî ser pelgên gula azad.
gul naliya,
pelg çilmisîn,
ewrên reş ferikîn.
gul stûxwar ma.
lê belê,
dîsa roj bilind bû.



| 2021.01.10 18:19 | keyomerd

êşan hêsir miçiqandin li kanîkên çavan,
lorîk dîsa difetisin li zengelorkên bêziman,
nêrînên birçî û têrnebûyî,
tenê diman li dilên penaberan.
çiya dîsa nalînên bêkes dihewîne!
di dergûşa rizyayî de û li ber deriyê qederê,
xunaviyên kal! û şûrên zengarî,
li temenê me hêl dibe, heftê û sê car,
qîrînên jişîrvenebûne,
bi rê ketin ji mexmûra penaber,
heta şengala stûxwar.
dayikên xêrnedîtî bi tîna dilên xwe,
birînên zarokên xwe dikewandin.
heyy şengala birînên wê bê derman.



| 2021.01.03 16:44 | keyomerd

یادێ ئیسال زڤستان ب ئاوایەکی سۆژەر تێ، من خواست بزانی



| 2021.01.02 00:40 | keyomerd

avatara nivîskar

edîtor e



têketina dawîn 14-03-2024 21:50
dîroka qeydê 03.07.2020