8. min ji koma wattysê derheqê encama pêşbaziyê enameyek wergirt bi navê "pîroz be!". (ya rast du ename û yek peyama instant) min di kategoriya xwe de qezenc kiriye -ya ku min bi romana xwe serî lê dabû. 5 kategorî û 5 kesên yekem hene. wê ji nav wan pênç kesan jî "yekemtirîn" hilbijêrin. û wê 5hezar$ bidinê. min çar krîterên "yekemtirîn"ê xwendin û wekî ji sedî 90 texmîn dikim ku ew pere ya min e. lê. dibêjin navê xwe yê legal binivîse. di vê şert û mercên tirkiyeyê de. |
|
02.11.2022 22:56 ~22:59 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
7. pêşbaziya the wattys dest pê kir û bo berhema yekemîn diyarî 5hezar dolar e. 19ê tebaxê bo serîlêdanê dawî ye. divê berhem 40hezar bêjeyî be û bi temamkirî be. mirov dikare bi neh zimanan tevlî bibe ku tirkî jî tê de heye. û ne ya gotinê ye ku divê li ser wattpadê hatibe weşandin. |
|
07.08.2022 10:19 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
1. malperek ser nivîsandinê ye; piranî bo berhemên wêjeyî ye; bi tefrîqayê tên weşandin. berhemdarên wan jî piranî acemî, jin û nîvê wan jî ciwan in. di rojavayê û rojhilata dûr de çavkaniya derhêner û senarîstan e. gelek rêzefîlmên bl [boys love=~yaoi] ên tayland, tayvan û filipînê hema hema ser vê platformê hatine avakirin. her wiha li rojavayê û piçekî jî li tirkiyeyê romanên populer pir caran li vê derê tên weşandin û heke reytînga wan baş bin (ên populer piranî 10-20 mîlyon caran hatine xwendin), piştre di serî de dogankitap û epsilonê ji aliyê weşanxaneyan ve tên çapkirin. tê de sê çar mijar hene ku pir populer in: mafya, badboy stories, polîsiye û helbet romantîzm... lê xesaten di îngilîzî de honaka zanistî, dîrok û honakên heyranan jî tên hezkirin. kurd piranî di mijarên xwîndarîyê, berdêlê û niqirê de tên pêşiya xwîneran asdjefjdfg çi orîjînal in, hesab li cem we. lê dîsa jî cîhanekê mezin e û bi vekolînê mirov dikare pirtûkên xweş peyde bike. mîsal wêjeya bl pir mezin e, ya tirkî jî gelek pêşketî ye. |
|
08.05.2021 23:38 ~2021.05.09 00:08 |
biruya hayao miyazaki
![]() |