Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 18 peyam
bl - tirşik
bl
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. cureyekê rêzefîlman e, kurteya boys' love e ku ev peyv ji bo nermkirina yaoi hatiye bikaranîn a ku cureyekê mangayê ye.

min li hezaran rêzefîlmên bl neriyan û li tirşikê hîn jî sernavê bl tune bû her çiqas min çend rêzefîlm şîrove kirine jî ji min nedihat (xweş hîn sernavê gay jî li tirşikê tune ye asdfdhgj) loma nikarîbûm peyv biavêjim rêzefîlmên bl yên tije sehneyên cringe, senaryoyên wek hevûdin filan. êdî dikarim.*

car carinan ez ê werim bin vê sernavê û rêzefîlmên bl yên tayland, taywan, japon, kore û belkî fîlîpîniyan bikim. hinin ji wan bi rastî pir xweş û serkeftî ne. hilma min teng be, ez ê binivîsnim. belkî ji we yekî jî rabe tiştin binivîse xêra min. adfsgdfh
history 2: crossing the line/124440
history 3: make our days count/124269
history 3: trapped/124381
history/124483
a man who defies the world of bl/133967
hwd.

tiştek wiha jî heye:
(bnr: ferqa nav rêzefîlmên bi temaya gay û rêzefîlmên bl)



12.10.2022 21:58 ~22:06 | biruya hayao miyazaki

2. (bnr: choco milk shake)

rêzefîlmekê rojevî ya koreyiyan e. herçiqas kêfa min ji şopandina rêzefîlmên rojevî neyê jî (jbk libendêbûna beşên nû hîç ne xweş e) bêhemdê xwe li youtubeê pêrgî beşa pêşîn hatim. min got "bi 12 deqeyan tiştek pê nayê" û min lê temaşe kir! xwedêyo, çi şêrîn in yaw!

jpb-a edîtkirî ya mijarê ev e: (di esasê de divê ev nivîs bihata danasîna beşa fîlmê lê beşa fîlmê miriye) Pisîk û kûçikek ji pira keskesorê derbas dibin û wekî mirov vedigerin ba xwediyên xwe Jung Woo-yî ê ku piştî dê û bavê xwe di 20 saliya xwe de winda kir, tenê maye. û niha di dikana apê xwe de part-time dixebite. Rojekê, du kesên xerîb tên ber deriyê mala wî û dibêjin ku ew Çoko û Milk in. Herdu bi rastî jî vejîna Choco (kûçik) û Milk (pisîk) bûn, yên ku wî ji zarokatiya xwe heta lîseyê mezin kiribûn û bi qezayekê winda kiribûn. Hatina her duyan dest bi destpêkek nû û lêgerîna vedîtina evînê dike.

ji rêzefîlmên bl yên taylandiyan dizanim ku xelkên wê deverê bawerî bi reenkarnasyonê tînin û ev dibe mijarên rêzefîlman filan. êdî dizanim ku koreyî jî bawer dikin. ez pê ok im.

salê çûyî min li kissable lipsê neriyabû ku ew jî bl-ya koreyî ye. mijara wê wampîrî ye. lê ji hêla dîtbarî û mijarî ve mirov nikare tê de taybetiyên fantastîk bibînin, senarîst ev mijar hema wekî jiyana normal vegotiye. loma bo fantastîkên koreyî tu bendewariya min tunebû. di vê Choco Milk Shakeê de jî hema heman tişt derbasdar e lê belê ferqekê wê heye ku mirov dike heyranê xwe: du lîstikvan ji ber ku reenkarnasyonên pisîk û kûçikan dilîzin, hema di tevgerên xwe yên mirovî de wekî kûçik û pisîkan tevdigerin. û bi rastî jî bi serkeftî. hele ew choco. tê bêje kûçik e. ahahahah* û wekî bîner ez bûm heyranê choco. bejn û bala, milên mîna firehiya zozanan, û ew dengê qedîfeyî ohomm, aaaeewwwuuu aSDFDSFG* min hema şand hemû nas û kusên xwe bo temaşe bikin. hûn jî jê nemînin.*

min dixwest girêdana youtubeê li vir parve bikim lê belê xuya ye destûra parvekirina vîdyoyê li ser platformên din qedexe ye, loma nayê dîtin. (bi "here lînkê" jî mirov nikare li ser tirşikê girêdanên youtubeê parve bike. çi bêmane!) lê min asoxî çareserî vedît. bi lînk-kurtkera tirşikê girêdana youtubeê kurt kir û ta-daaa: Here lînkê

heta niha du beş hatine weşandin û ditirsim yên mayî ez nikaribim binerim. jbk ev kanala youtubeê STRONGBERRY, gelek rêzefîlmên xwe yên din bi peretî dide ber bikarhênerên malperê. dîsa jî hêvîdar im, belkî bikeve ser bilibili.tv-yê.* ne be jî bawer im, şaredariya morfansubê wê bikire û biweşîne.

nîşe: kissable lips ji dehê çar û nod û neh bû. lê cotê vê rêzefîlmê bi navê roommates of poongduck 304ê di rêzefîlmekê din de jî lîstine ku pir xweş e. min do ew xelas kir. divê di peyamekê din de qala wê jî bikim. puana min ji ser dehê 9 e -bi ya danberheviya rêzefîlmên bl.

edîta şerê min û tirşikê ya girêdandayînê.



06.11.2022 11:50 ~12:16 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin

Kategoriyên mijarê:: sinema huner sinema huner sinema huner
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî