Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 26 peyam
berdêl - tirşik
berdêl
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. wate ya vê peyvê teqaskirin an jî guhartin e. lê di nav kurdan de ev peyv zêdetir ji bo teqaskirin a keçan tê bikaranîn. dema ku xortek, keçekî hez dike û ji bo qelen pere wî tunebe, dikare xwîşka xwe bide û wê keçê bistîne. Di kewneşop a kurdan de tiştekî kepazetî û şermdêr e. Ev kewneşop gelek herêmên kurdistanê de berdewam dike û herdem sere me xwer dike.



16.12.2013 11:07 | nazim tolhildan

2. şermek mezin e ku hinek bênamûsên tirk hema nasekinin û li ser bûyerên wisa fîlm û rêzefîlman dikişînin. ev jî, qelen jî pêwist e êdî ji nav kurdan ji binî ve rabe.



16.12.2013 18:55 | simurg56

3. Peyva ku em li geverê wek pêguhirkbikartînin.û li şemzînan jî wek jinbijin tê bikarînan.



30.03.2015 13:03 | vêca çiyeeee

4. (bnr: wek malekî danûstandina jinê)



30.03.2015 13:09 ~13:38 | ceso

5. (bnr: têlî)

''7 heb birayên te hene 7 heb xwungên min hene ji bo xatirê çavên te ezê têxim berdelî''



30.03.2015 13:53 | quşxaneli

6. miletén me péşî keçén xwe kirin mal pişt re malén xwe bi hevran guhartin. Wi kirîn u firotana xwe ra gotin berdél.



30.03.2015 21:28 | tîrejên rojê

7. ew peyv e ku çi carê lîqayî vê bêm nehlet lê tînim..

ji ber du sedeman

yek jê keçikên nûciwan ên ku bêyî dilê xwe bi xortan re dizewicin û heta hetayî dil û heyata xwe dikin di bin nîrê zilamekî ku bê dilê xwe pê re bûye

yek jê jî kurdistana min a kavilistan tê bîra min, yahû te çi kişand çi nekişand gidî, dema mariv rastiya kurdistanê bi perspektîf û dîtina xwe binirxîne heke ku hesabê hizb û partî û rêxistinên kurdan ên li kurdistanê desthilatdar in neyê, cihde vê peyva kirêt servîs dikin û dibêjin hiş be! heqê te nîn e ku li ser berdêlên ku me dane dipeyivî..

rastî her rastî ye bi gotina kesekî an hizbekê naguhere, û berdêldayîn jî kirinên çewt û şaş, meşrû nake



30.03.2015 21:41 ~21:42 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
dünya tv [3]
camêrê ku di vê kanalê de dersê dide navê xwe nezir gümüş e û ...
medrese [1]
navê zaningehan yê kevn e. qedexebûna wan bûye sedemeke nezan mayîn a ...
tirkên ku dibêjin selahedînê eyûbî tirk e [4]
Tirk tenê dikarin vê bibêjin: "Navên birayên wî bi tirkî ne"...
sendroma kleine-levinî [1]
Ew sendrom bi xewa zêde(hîpersomnîa) tê zanîn. Xewa zêde ne wek xewa m...
rêkutan [1]
Min çawa sernivîsê dîtt min got qey simurg56 ji bo dermana bi navê (vb...
belki ev jî bala te bikişînin
» berdêl

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî