Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gittigidiyor.com] de;

1. malpera danûstandina online e ku berî çend salan ji aliyê ebayê ve hat kirin ku ew malper jî dîsa malpereke ya danûstandinê ye lê navnetewî ye.

malperek ewle ye. dema we danûstandinek kir, pere ji hesabê we tê kişandin lê li hesabê firoşger nayê razandin. piştî ku tişta ku we kiriye, hat ber destê we û we kontrol kir, hûn dikavin hesabê xwe yê di malperê de û danûstandinê erê dikî û hê nû pere li hesabê firoşger tê razandin.



klavyeya komputera min a laptop xera bûbû, min parçeya orjînal ji vê malperê dît û kirî. ji min re rêkirin û min kir li ber komputera xwe, gelek jî baş çêbû. min klavyeyê 49 tl'yan kirî, ger min li servîsek bida çêkirin, bawer nakim ku ji 150 tl'yan kêmtir bixwazin.

dawiya dawîn, ez dibêjim ger ji we re parçe marçeyên cîhazan jî lazim be, hûn dikarin vê malperê biceribînin.



malperê de him tiştên orjînal û nû tên firotin, him jî tişt û miştên kevin... hay ji vê yekê hebin. hûn jî dikarin tiştên xwe li wir bînin ber firotinê.



28.04.2014 21:30 | simurg56