1. bi giştî xizmetên şaredariyan e.
bi rastî xizmeteke watedar e. li kurdistanê minqet nedîtiye, loma nikarım şiroveyek lê bikim lê dema mirov li yên stenbolê dinêre, li pêşiya wan rêzek dûv û dirêj çêdibe û pişti banga melê gelek kes rojiya xwe dereng vedike. ji bo ku mirov rojiya xwe dereng veke, pêwist e hinceteke wî ya baş hebe; nexwe kes çima ji bo xwarineke ku ne ewqas xweş e jî, birçîbûna xwe ya jixwe dirêj e, hîn dirêjtir bike?
ez vê yekê ji bo vê dibêjim, bi rastî jî li van konên fitarê gelek mirovên xizan/feqîr zikê xwe têr dikin.
me jî, wextê em xwendekar bûn, 2-3 caran ji ber neçariyê li van deran xwariye. (bnr: ez ji xwe dizanim)
min niha nûçeyek xwend ku kurdistanê jî şaredariyên bdp konan vedidin. ê baş e.
http://www.awelat.com/haber/kone-fitariye-hat-vedan-5036
|