Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mijarên der barê fîlman de] de;

3. mijarên ku nikarin bi kurdî werin vekirin ji ber ku navê wan yê kurdî tune. lewra ew fîlm bi kurdî nehatine weşandin.

dema me li wergerine.com'ê nû dest bi wergera fîlman kiribû, min fîlma brave heart wergerand kurdî û navê jî kir dilê wêrek. belkî dema hûn navê dilê wêrek bibihîsin, fîlm were bîra we, lê min dît ku fîlmên ku navê wan hê tevlîhevtir e qet nikarin li kurdî werin wergerandin. jixwe gelek fîlm li zimanên din, bi navek din tên wergerandin.



weke mîna fîlma love me if you dare. wateya wê "ger biwêrî, ji min hez bike" ye lê tirkan navê wê weke "cesaretin var mi aşka" wergerandin tirkî û wisa dan weşandin. ji ber ku wisa xweştir bû.



ji ber ku em ne şîrketek mezin û otor in, me dev ji wergerandina navan berda û fîlman bi navê wan yê orjînal weşand. an navê orjînal an jî navê îngîlîzî. ji ber ku gelek caran fîlm bi navê xwe yên îngîlîzî tên nasîn. weke mînak, fîlma ku me li jor got navê wê Love Me If You Dare e; eslê xwe de navê wê yê orrjînal yê fransî jeux d'enfant e. kî dikare ji ber bike û binivîse?





weke mînak me fîlma eternal sunshine of the spotless mind li kurdî wergerand;

http://www.wergerine.com/index.php/filmen-kurdi/arsiva-nuceyen-filman/616-filma-eternal-sunshine-of-the-spotless-mind-niha-bi-kurdi-ye

gelo kî dikare wergerîne kurdî?? tirkan, ji ber ku nekarîn wergerînin tirkî, navê wê kirin sil baştan *



08.04.2014 08:57 | simurg56