Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zimanê ewilîn] de;

4. tê gotin ku zimanê firîgî ye.

heredotê dîroknivîs di berhemeke xwe de behsa 1. psamtîk dike. li gorî nivîsa wî, pasmtîk rojekê du zarokên nûçêbûyî dane ber destê şivanekê û jê xwestiye ku bi wan zarokan re qet neaxive. û dîsa jê xwestiye ku guhên wî lê bin ka dema mezin bibin wê ev zarok cara ewil kijan peyvê bibêjin. piştî salan dema zarok mezin dibin, şivan dibihîse ku yek ji zarokan bi dengê bilind diqîre û dibêje "bekos". şivan lê dikole û dibîne ku wateya vê peyvê di zimanê firîgiyan de "nan" e ((bnr: şivanê lêkolîner)) li ser vê yekê tê îdîakirin û bawerkirin ku koka hemû zimanan ji zimanê firîgiyan e.



26.02.2014 20:04 | simurg56