Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [biyopsî] de;

1. ji bo teşhîskirina nexweşiyan, standina parçeyeke organ an jî raçînkekê. giştî, ev parçe perçeyeke biçûk e.

biyopsî bi alîkariya derziyeke taybet (tru-cut biyopsî) an jî operasyoneke biçûk (însîzyonel an jî eksîzyonel) an jî bi alîkariya hinek cîhazan (endoskop, kolonoskop, bronkoskop) dikare were standin.

parçeya hatî standin, ji aliyê patolojiyê ve tê lêkolînkirin.

ji bo teşhîsa gelek nexwewşiyan, riya herî garantî ye. dema encama patolojiya bîyopsîyek teşhîsek danî, ev teşhîs em dikarin bêjin ku %99.99 rast e.



29.01.2014 21:43 | simurg56