Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [iso] de;

1. cûreyeke pelan ya komputergeriyê ye.

(bnr: filetype)

(bnr: cûrepel)



vê cûreya pelê de, pelek tenê hemû agahiyên li ser cd an jî dvdê, bi hemû taybetiyên xwe yên taybet, dihewîne.



weke mînak; ger hûn cdyeke otomatîk ku dema mirov dixe komputerê an jî cd playerê, otomatîk dilîze an jî bernameyek otomatîk vedibe, têxin komputerê û hemû agahiyên tê de rasterast li cdyeke din kopî bikin. wê ev cdya we ya nû weke ya din otomatîk nexebite. ev taybetiya autorun, bootable di cdya we ya nû de nayê parastin.



lê belê ger hûn cdyê veguherînên formata .iso'yê û bi awaya taybet ya nivîsandina isoyê ya li ser cd û dvdyan, vê isoyê binivîsin li ser cd/dvdyekê, wê ev cd (mûzîk, lîstik, fîlm) eyn weke ya din bixebite.



divê neyê jibîrkirin ku, hûn rasterast vê isoyê bavêjin cd/dvdya nû, çê-na-be. divê hûnê vê isoyê weke 'qalib' bidin nivîsandin. hema bêje hemû bernameyên nivîsandina cdyan de (nero, ashampoo) ev taybetî heye. menuya bernameyan de weke "qalib" an jî "image" tê nîşandan.



09.01.2014 21:40 | simurg56