Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rezonans] de;

1. termeke fîzîkê ye.

carina sîstemek, di frekanseke diyarkirî de, li gorî sîstemên din zêdetir dikevin osîlasyonê(hejikê). di vê frekansa belî de, meyla vê sîstemê ya ji bo osîlasyonê, li gorî sîstemên din gelekî zêdetir e. ji vê yekê re rezonans tê gotin.

di van frekansan de hêzeke biçûk, dikare sîstemê de bibe sedema rezonanseke mezin yanî guherîn û bandoreke mezin.

cara yekemîn ji aliyê galileo galilei ve hatiye keşfkirin.

weke mînak, firinên mîkropêl de bi saya frekansa diyarkirî ya molekûlên avê, bi hêzeke biçûk (pêlên elektromanyetîk) li ser sîstemê (molekula avê) guherînek mezin (li dora xwe bi lezeke mezin zivirîn) çêdibe û bi saya vê yekê enerjiya germbûnê derdikeve holê û xwarin germ dibin.



05.01.2014 14:45 | simurg56