Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [the peripheral] de;

1. di derbarê veguhestina hişê mirovan di navbera demê de, rêzefîlmek nû û popûler e.
ji mijarên wisa hez dikim loma min jî destpê kir lê mixabin piştî 2-3 beşan, dev jê berda. ne gorî min bû. karakterên sereke, ne xwedî kûrahî bûn. bûyer jî, temam fîlm dûrî rastîyan e, dûrî mantiqê bûn. mînak: polîsek bi tesadûfî rastî du erebeyan tê ku bi temamî şefaf e û loma xuya nakin û gelek pêşketî ne. lê şûna ku ûrê wî biqete û şaşwaz bibe, dikeve riya xwe û diçe ji xelkê derdorê pirsa vê dike fîlan. kuro divîyabû tu lal bibûyayî lal...

neyse, min jê hez nekir û xuya ye tê temaşekirin têra xwe. min 75 pûan dayê.



16.12.2022 22:38 | simurg56