Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [desensîtîzasyon] de;

1. rêbazekî tedawşkirinê ye. di psîkolojîyê de û di allerjîyê de dikare were karanîn. em bêjin tiştek (çi rewşek psîkolojîk, çi madeyek allerjen) we zêde aciz dike û di be sedem ku hûn reaksîyonek zêde bidinê (wek bertekek psîkolojîk an jî allerjîyek ku li bedena we peyda bibe), her ku ew tişt tê serê we, hûn wê berteka fişalkirî û acizker didin. lê piştî demekê, yanî piştî ku hûn zêde zêde (ser hev de an jî bi rêjeyek bilind) rastî wî tiştî werin, wê demê êdî hêdî hêdî laşê we dev ji wê reaksîyona xwe berdide. yanî normalîze dibe. heçko biweste û teslîm bibe.

wateya dîrekt ya peyvê: ne-hesasbûn e, jixwe ji navê wê jî dîyar dibe mesele.

di telefona min de sepanek heye ku tê de notên xwe digirim. tiştên ku divê ji bîr nekim, di wir de qeyd dikim. eger di lîsteya min de 2-3 tişt hebin, çawa ku wextê min ê vala çêdibe, wan tiştan çareser dikim. lê dema ew lîste bibe 10 xal, êdî xîret nakim ku yeko yeko wan tiştan hal bikim û wextê min ên vala, vala dimînin. ez bawer im ev jî cûreyeke desensîtîzasyonê ye *



14.03.2021 08:40 | simurg56