Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gonul tol] de;

1. xebatkerek middle east institute ya li Washingtonê ye. avakarê programa tirkiyê ya vê enstîtûyê ye. li vir li ser sîyaseta tirkiyê lêkolîn û xebatan dike. hevala kurdan e. gelek sempatîya wê heye ji bo kurdan.

eslê wê ji mêrsînê ye. ji malbatek çepgir e. li gorî gotina wê bixwe, dema zarok e, cîranek wan yê kurd heye ku hemû mehele ji wan aciz in û wan weke mirovan nabînin. wan salan bi şanoyek zarokane çêkirine û ji temaşevanan pere standiye. paşê bi wan pereyan ji zarokê herî biçûk ya vê malbata kurd re pirtûk fîlan kirîye. ji wê rojê de ye, kurd bala wê dikişînin û nehewîyên li dijî kurdan wê diêşînin.

ji ber vê yekê ye ku, dema akpê pêvajoya çareserîyê da destpêkirin, gelek keyfxweş bûye û xwestiye bibe parçeyek ji vê. li gel ku çepgir e û li gel ku gelek heval û mirovên wê jê aciz bûne, dîsa jî ji akpê bûye berendamê namzetîya wekîlîyê. lê nehatîye qebûlkirin.

helwesta li hemberî meseleya kurdan, ji xwe re kiriye krîter. demokratbûnê, medenîbûnê û hemû taybetîyên wisa yên mirov û tevgeran, li gorî vê krîterê dipîve.

ev ji salek zêdetir e ku bernameya wê û mêrê wê omer taşpinar ya li gel ruşen çakir dişopînim, lê hê nû haya min ji vê rewşa wê çêbû. sempatîya min jê re gelek zêdetir bû.

berê çend salan li elmanya û holendeyê jî jîyaye û li ser nêrîna millî (tevgera erbakan) xebitîye. heta ji bo ku helwesta ewropîyan ya li dijî misilmanên tirk baştir fêhm bike, wê demê serê xwe jî girtîye û wisa jîyaye demekî.



18.06.2020 21:31 | simurg56