Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [musa özuğurlu] de;

1. rojnamevanek tirk e. ev çend sal in min nivîsên wî yên derbarê sûrî de, dixwend. gelek berfireh dinivîse çimkî heremê gelek baş nas dike û demek dirêj wek nûnerê qenala trtê, li wir xebitîye.
yekî muxalîf e. di hinek televîzyonan de jî xebitîye. demek dirêj e ku di artı tvyê de 2 bernameyan pêşkêş dike.

di bernameya xwe ya sibehan de, rojnameyan dixwîne û ûçeyan şîrove dike. carina di rîya kar de, ji youtubeê vedikim û temaşe dikim. di warê şerê sûrî de çiqas zana be di vê bernameyê de jî ewqas devbelaş e. ji bûyer/gotin û kitekitên gelek biçûk jî muxalifîyê derdixe. ji vê şêweya wî qet hez nakim ya rastî. carina dişibe şîrovekarên medyaya akpê. neyse.

wê rojê vîdyoyek komîk hat bîra min. di weşanek zindî de muhabîrê tvyê ji bîr dike ku di weşana zindî de ye û ji bo qerebalixa ku li taksîmê sersalê pîroz dike, dibêje "anam coştu lan bunlar (kuro ev har bûn ha)". vîdyoyek gelek kevin e. min vîdyoyê duh dîsa temaşe kir, çawa ku dengê pêşkêşker hat guhê min, min zanî ku musa ozugurlu ye. axaftina wî qet neguherîye. wê demê di sky turkê de bûye.





15.04.2020 08:28 | simurg56