Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdên ku her tiştî dizanin lê li ser medya civakî nizanin bibin yek] de;

3. tespîtek rast e. lê kêmasîya kurdan ne tenê yekîtî lê her wiha hejmar e jî. hejmara tirkan li ser înternetê gelek gelek zêde ye. heta li gorî nifûsa xwe jî zêde ye. bikaranîna sosyal medyayê li tirkiyê ji gelek dewletan zêdetir e.

wê rojê di binê mijara lîstikên mobilê yên bi kurdî de yekê 2 lîstik lîste kiribû. yek ji wan jî lîstikek bi navê Nobulous. ji bo ku bicribînim ka kurdîya wê çawa ye, min lîstikê daxist. bi rastî jî di vebijêrkan de kurdî hebû lê min kir nekir zimanê lîstikê neguherî.
axir, li lîstikê germ bûm. ku ya rast ez hema bêje qet lîstikên telefonan nalîzim. di vê lîstikê de herkes gerstêrek e ku reqîbê hev e. divê tu yên din bixwî û wilo wilo mezin bibî. min jî tabî navê xwe kir kurdistan. çawa ku vî navî li xwe dikim, çend tirk di lîstikê de kom dibin û bi hev re êrîş dikin. min 1-2 caran ji xwe re hevalên kurd jî dîtin ya rastî lê tirk tim û tim hene.



13.04.2020 21:37 ~21:37 | simurg56