Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kanal istanbul] de;

1. navê projeya kevin/nû ya akpê ye. qaşo wê di navbera behra reş û marmarayê de tengavek nû were çêkirin. ji bo çêkirina wê behsa mesrefek wek 75 mîlyar tlyê tê kirin. ji îsrafê wêditir ne tiştek din e jixwe, lê ji xeynî wê ev heye: berî 8 salan dema erdogan cara ewil behsa vê projeyê kir, rewşa wî ya sîyasî û aborî ji ya niha zêde zêde baştir bû lê nekir. îcar di nîvê nava vê krîza aborîyê de, tu wê çawa çêkî?

dîyar e ku tenê ji bo guhertina rojevê ye. lê chp wek her demî dîsa xwe dixe wê pozîsyonê ku heçko tekane astengîya li hemberî projeyê, muxalefet e. çima evqas ehmeq in ev kemalîst, fêhm nakim. hîç behsa projeyê nekin û bêjin de yallah hadê çêkin, jixwe wê her tişt derkeve meydanê. her çi be jî dema mirovek ji rêzê, li tabloyê dinêre vê dibîne: akp dixwaze îcraatek bike lê chp nahêle.



25.12.2019 23:39 | simurg56