Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ahbap] de;

2. komeleya ku piştî girtin û dozên di derbarê haluk levent de, rûyê wî dîsa spî kiriye. berê serê 2-3 mehan nûçeyên asayîşî derdiketin di derbarê wî de. paşê destê xwe ji van tiştan şûşt û vê komeleyê ava kir. gelek çalakiyên sansasyonel jî kir û bû rojev. niha kes wan rojên wî yên berê bi bîr nayne.
xebatek xweş ya pr'ê meşand.

berê 5-6 mehan kurê stranbêj ozan ali nurşani bûbû kansera gewrîyê, ji ber bêderfetîyê ozan alî vîdyoyek parve kiribû ku behsa neçarîya xwe dikir û ji bo alîkarîyê lava dikir.
vê komeleyê destê xwe dirêjî wî jî kir. lê paşê vîdyoyek kurê nurşanî derket ku pesna kurdistanê dike.
li ser vê yekê gelek kesan jê xwestin ku alîkarîya xwe betal bike lê wî got em di rewşek wisa de nikarin kirin û fikrên wî yên di paşerojê de bikin hincet û alîkarîya xwe domandibû.



18.12.2019 20:27 | simurg56