Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bendava ataturk] de;

1. di sala 1992an de vebûye. (di 9 salan de hatîye çêkirin) di navbera semsûr û rihayê de ye. min bendaê bixwe nedîtîye lê gelek keraxên wê dîtine. bi rastî jî gelek mezin e. bilindahîya bendavê bixwe 169 metre ye. dikare 48.7 mîlyar metremîkab avê bigire ku ev herka 2 salan ya firatê ye.
ji bo semsûrê nizanim lê ji bo rihayê gelek tiştan guhertîye. bi saya wê bi sedhezaran berecot(donim) pêkan bûye ku werin çandin.
dema çêbûyî gelek gunda mane di bin avê de.

tê masîyek bi navê şabut dijî. hine cinsên din jî hene lê ya herî navdar ev e. carina heta 40-50 kîloyan jî tên girtin. min carek xwaribû li xalfetîyê lê jê hez nekiribû. belkî wê derê baş çênekiribû lê ez bawer im çiqas baş jî were çêkirin, zêde xweş nabe.



30.11.2019 11:43 ~11:43 | simurg56