Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kêmasiya b12'yê] de;

4. gelek caran ji ber problemên di ûrê mirov de, peyda dibe. ger sedem ev be, mirov rojê 2 lître dims jî vexwe, kêr nayê.
wisa:
vîtamîna b12 di goşt û tiştên din yên heywanî de peyda dibe. dema mirov van tiştan bixwe, b12 heta îleuma termînal tê, ku beşa dawîn ya rovîyên zirav e. b12 ji vir tê mêtin, lê belê ji bo ku rovî bikare vê vîtamîn b12ê bimîje, pêdivî bi faktora întrînsek heye ku ew jî ji hucreyên parîetal ya ûr tên hilberandin. ger kêmasîya faktora întrînsek hebe, îleuma termînal bêqusur be jî, mirov her roj goşt bixwe jî, ew b12 nagihije bedena mirov.

ji bo kêmasîya faktora întrînsek jî sedem hene:
- atrofîk gastrît (ji ber îltîhaba demdirêj ya ûr, êdî bêfonksîyonbûna mukozaya ûr)
- Pernîsîyoz anemî (li dijî hucreyên parîetal, antîkor hene û loma ew hucre tên rûxandin. otoîmmun e.)
- emelîyatên ûr (yên ji ber sedemên cûrbecûr, yên ji bo dana kîloyan jî tê de)
- madeyên şewitîner ku zerarê didin van hucreyan

di rewşên wisa de mirov nikare bi xwarin/vexwarinan b12ê bistîne, wê demê mirov neçar e ku wan derzîyan li qûna xwe bixe. mixabin..



11.01.2020 11:38 ~11:41 | simurg56