Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ne lê] de;

1. piçekî hemwateya "ji xeynî, ji bilî, derî" û hwd. e lê bikaranîna wê hinekî cûda ye.

kurteya "... ne lê ye" ye, yanî ev tişt ne yê hesabkirinê ye. di vê encamê de/di vê çalakiyê de wê ev ... neyê hesibandin.


- yên sor ne lê, 40 kîlo sêvên me ma.

- tefîq û kurê wî ne lê, li wî gundî însanekî welatparêz tune.


bikaranîna wê xweş e. di axaftinê de bi saya kirpandinê, wateya wê bi hêsanî tê fêhmkirin lê di nivîsandinê de -bi taybetî bo kesên ku haya wan jê tune- hinek tevlîhevî derdixe. bi taybetî ger tîpa beriya vê kompleksê tîpek dengdar be.
di mînaka me ya duyemîn de rewşek wisa hebû mesela;

- tefîq û kurê wî ne lê, li wî gundî însanekî welatparêz tune.

dema mirov cara ewil bixwîne, dibêje qey ew "ne" qertafê xwedîbûnê ye. lê belê pêşqertafa neyînîyê ye.

di tirkî de hemwateya wê rasterast "dışında" ye= "tefîk ve oğlu dışında, o köyde vatansever kimse yok"



17.02.2018 11:38 | simurg56