Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hesta ma min vê mijarê venekiribû?] de;

1. dema mirov li vekirina mijarekê gelek bifikire û di mejiyê xwe de jî jê re amadekariyê bike lê bi awayekê ji bîr bike ku mijarê veke, piştî demek dirêj dema mirov dibîne ku ew mijar tune, ji tirşikê dikeve gumanê ku tirşikê ew mijara wî wenda kiriye. lê di rastiyê de ew ê jibîrker em in.

mijarên rojane ne lê, dema vekirina mijarekî resen dikeve dilê min, çend rojan heta carina heftiyan li bendê dimînim ku naveroka mijarê di mejiyê min de baş bigihe û berfireh bibe, dema di hişê min de teşe bigire êdî pê dihesim ku wexta vekirina wê hatiye û vedikim. carina ev gava dawîn ya pêvajoyê jê kêm dimîne û her tişt li valahiya fezayê belav dibe.

loma dema mijarek resen tê bîra min, di telefona xwe de bi saya sepana notgirtinê tomar dikim û nema ji bîr dikim.



17.02.2018 11:22 ~11:23 | simurg56