2. yekemîn rêzefîlma kurdî ye ku tenê li ser înternetê tê weşandin.
fikrek başe. min fragmanê û li beşa yekemîn temaşe kir:
aliyên baş:
- kalîteya dîmenê, reng û hwd. baş e.
- ji rêzefîlmê re stranek û melodiyek dane çêkirin, baş e.
- montaj û derbasbûna di navbera sahne û dîmenan de, ne xerab e.
aliyên nebaş:
- lîstikvaniya lîstikvanan zêde ne baş e. ê tabî belkî zêde tecrûbeya wan tune be û ev beşa ewil e. loma zêde li ser vê xalê nasekinim. lê mîna fikralarla anadoluyê, gotinên xwe nebêjin û piştî replîka xwe 10 sanîye wisa nemînin baştir e.
- hê tenê beşek hatiye weşandin, loma dûmahîka senaryoyê ne dîyar e. heta vê derê tiştekî orjînal tune.
bi kurtasî: hewldanek baş e. pêşniyara min ew e ku, bi şev û roj li ser senaryoyê bixebitin. bila senaryoyek xweş be û bila dîalog têr û tije bin, tiştên din zêde ne girîng e. û xêra xwe peyamên sosyal/sîyasî rasterast nedin. heta hîç nedin. ger lazim be jixwe em ê jê bistînin.
têbinî: min di qenala wan ya youtubê de dît ku bi deno re jî skêcek kurt kişandine. lîstikvanî û kurmancîya deno pir baş e. ger wî jî bistînin kadroyê, wê baştir bibe.
|