Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sonda darkutankê] de;

1. biwêjek ji bo sondên bêbingeh û pênebawer tê gotin.
darkutank, navê çûkek e. weke darkutok, darkutik, tiktikok û hwd. jî tê gotin.

mesele ev e; te dît darkutank heta êvarê bi nikilê xwe daran qul dikin. ji ber bê kutana wan ya bê west û rawest, dibêjin serê her saetekê nikilê wê û serê wê diêşe û disekine. soz dide xwe ku dev ji vî karî berde û êdî nekute daran. lê çawa ku êşa niklê wê û serê wê diçe, sonda xwe pûç dike û vedigere kutanê.



06.01.2018 22:10 | simurg56