Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [endokrînolojî] de;

1. beşeke tipê ye ku li nexweşiyên sîstema endokrîn dinêre.
temamê navê wê: endokrînolojî û nexweşiyên metabolîzmayê ye.
yek ji bine-beşên dahîlîyeyê ye. piştî temamkirina pisporiya dahîlîyeyê - ku sal e- divê 3 sal din jî were xwendin ku mirov bibe pisporê endokrînolojiyê. yanî piştî lîseyê: 6 sal fakulteya tipê, 4 sal pisporiya dahîlîyeyê û 3 sal jî ji bo endokrînolojiyê. bi giştî: 13 sal.

beşek xweş e. ji ber ku nexweşiyên wan zêde mirov nawestînin. tenê nexweşiya şekir/dîyabet, hinekî wan aciz dike lê dîsa jî ne xem e. bi ya min, bine-beşa herî hêsan ya dahîlîyeyê ye. (yên din: gastroenterolojî, onkolojî, gerîatrî, hematolojî, nefrolojî, romatolojî û hwd.)

sîstema endokrînolojîyê, sîstema hormonan e ku ev hormon di laşê mirov de ji bo karkirina organan ya bi hev re û di nav ahengê de, lazim e. dema hinek hormon kêm an jî zêde dibin, nexweşiyên cîdî derdikevin holê. karê endokrînolojiyê ew e ku van rewşan diyar bike û hewla tedawiyê bide.
organên sereke ku van hormonan hildiberînin: tîroîd, beza ser gurçîkan (Adrenal/sûrrenal), hîpotalamûs, pankreas, hîpofîz, paratîroîd, over (ji bo jinan), testîs (ji bo mêran)...
weke encama şaş xebitîna van organan nexweşiyên wisa derdikevin holê: nexweşiya şekir/dîyabet, mezinbûna zêde bû bêhevseng(akromegalî), nexweşiya cushing, hîpertîroîdîzm, hîpotîroîdîzm, hîperparatîroîdîzm, hîpoparatîroîdîzm, hashimoto, HİPOGONADîzm (nebûna zarokan, kêmasiya pergala zayendî), jînekomastî, hîrsûtîzm, qelewî, osteoporoz û hwd.



18.11.2017 09:00 ~09:00 | simurg56