Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tiştên acizker di rêwitiya bi balafirê de] de;

1. li tirkiyê û kurdistanê klasîk in.
1- çawa ku tekerên balafirê li erdê dikevin, dibe teqreqa dengê vekirina kemeran. lê belê divê heta sekinîna balafirê, ev kemer neyên vekirin. tê bêjî qey ne kemer e lê sindif bi wan ve girêdayî ye.

2- dîsa çawa ku tekerên balafirê ji erdê bigire, di nava 2-3 saniyeyan de herkes telefonên xwe vedikin û badikin nasên xwe; "aha me nû danê erdê. erê. erê, ez ê bi otobûsê bêm. na na, hûn zehmet nekin. temam, temam hadê ez têm"

3- dema balafir sekinî, herkes wê rabe ser xwe û di wê korîdora teng de, nefes li hev biçikînin. lê derî encax piştî 5-10 deqeyan wê vebin. û jixwe ger ji balafirê derkevin jî, wê herî 15 deqe bimîni li benda valîzên xwe.

berî çend rojan bi balafirê hatim amedê, ev her sê tiştên min gotî tabî dîsa yek bi yek çêbûn. lê ya baş ew bû ku, piştî vekirina kemeran, em 100 metre neçûn, pîlot frenek wisa kir ku serê kemer-vekiriyan li pişta paldanka pêş ket. min di dilê xwe de got xweyyşş.



15.11.2017 21:24 | simurg56