Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nodûla sister mary joseph] de;

1. bi piranî nîşaneya kanserên zik e. weke mînak ya ûr, pankreas, rovî, apendîks, rehîm û over...
bi giştî dema ev nexweşî bi pêş bikevin û li zikê nexweş belav dibe (peritoneal karsînomatozîs) li navika zikê nexweş, nodûlek/girêyek peyda dibe. tabî ne di hemû nexweşan de.
îro min nodûlek wisa li navika nexweşek 76 salî dît, piştî tehlîlan derket ku bi rastî jî kansera overê pê re heye.

sister mary joseph(1856-1939), li klînîka mayoyê asîstanê william james mayo ye. rojekê ev nodûlên li navikên nexweşand bala wê dikişîne û ji mayo re dibêje, mayo li ser vê yekê gotarek dinivîse û ev nîşane tê nasîn. paşê navê vê xanimê lê tê kirin.



31.07.2017 22:07 | simurg56