Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [heywanên ku bi lêxistina erebeyan dimirin] de;

1. ne xema tu kesî ye mixabin. ez bixwe ne yekî hezkiriyê heywanan im lê dilê min bi van heywanan dişewite.
min di derbarê wan de îstatîstîkek giştî peyda nekir lê hema bêje her roj li ser riya amed-rihayê, di rasta sêwregê de rastî kelaşê heywanek wisa hatî kuştun, têm.
piranî kuçik in. li vir kuçik gelek in û gir in jî. li ser vê riya mezin erebe gelek bi lez diçin. li gel ku di nav bajêr re derbas dibe dîsa jî riyek navbajêr e çimkî. ez bawer im dems şev be, ji ber lembeyên erebeyan heywan nikarin fêm bikin ka erebe çiqas dûr in û bi çi lezî ne...



10.07.2017 18:59 | simurg56