1. têgeheke înternetê ye.
click: tikandin, bait: tamik (di nêçirê de, xwarina biçûk ku bi saya wê ajal (bi taybetî masî) tên xapandin û girtin)
ev têgeh di înternetê de ji bo teknîkên xapandina bikarhêneran tê gotin ku bi saya vê xapandinê bikarhêner li lînkên malpera ditikînin. gelek cûreyên wê hene;
mînak; "barzanî tiştek wisa got ku..." dema navê nûçeyê wisa be, mirov meraq dike û lê ditikîne lê dibîne ku di naveroka nûçeyê de tu tiştekî girîng tune. malperên nûçeyan yên herî mezin yên tirkiyê, hema bêje hemû nûçeyên xwe wisa diweşînin. û weke klasîkek; "flaş, flaş, flaş...!"
hêdî hêdî malperên kurdî jî dest bi vê metodê dikin.
her wiha bi weşandina nûçeyên derewîn, sernavên mezin û bakkêş, wêneyên rengîn û balkêş fîlan jî ev hêle tên kirin.
hişê min jê diçe willehî.
|