Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [otoban] de;

3. riyên fireh ku çûna wan gelek xweş e. lê dezavantajek wê heye, mirov zêde manzara fîlan nabîne û nikare li cihên cûrbicûr mola bide. tenê hinek tesîsên diyarkirî hene, mirov tenê dikare li van deran bisekine.
min nedizanî li tirkiyê evqas hindik in. li ser otobana di navbera mêrsîn-riha'yê de gelek hatime çûme. loma min digot qey li her derê tirkiyê heye. lê li gorî vê nexşeya kgmyê, tenê di navbera îzmîr-bursa-stenbol, enqere-stenbol û nigde-mêrsîn-riha de heye.

akp ewqas pesna xwe bi çêkiriya riyan dide, min jî digot qey otoban biriye heta hemû navçeyan.



09.07.2017 08:10 ~08:11 | simurg56