Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [serkeftina pîrus] de;

1. antîteyek dîrokî ye. di siyasetê de gelek caran behsa wê tê kirin.
navê xwe ji qralê bi navê pyrrhus standiye. vî qralî(ku mirovê îskenderê mezin e), berî zayînê di sala 280an de artêşa romayê, li heraclea'yê têk biriye. vê serkeftinê ewqas xwestiye ku, ji bo wê hemû çavkanî û hêzên xwe bi kar anîye. di dawiyê de bi ser jî ketiye, lê ji artêşa wî jî hema bêje tu tişt nemaye piştî şer. hemû hevalên wî û fermandarên wî yên jêhatî mirine.
di barê nirxandinên pyrrhus yên di derbarê şer de çend gotegot hene. hinek dibêjin gotiye "xwedê carek din serkeftinek wisa neke behra me", hinek dibêjin gotiye "ger em carek din li hemberî romayê serkeftinê bi dest bixin, em ê bi temamî hilweşin" hinek dibêjin gotiye "ger serkeftineke din yê wisa bi dest bixim, ez ê vê carê bi tena serê xwe vegerim welêt(epîrus)"

pîrus du caran artêşa romayê têk biriye. lê piştî her têkçûnê, romayê dikariya zilam/leşkerên nû peyda bike û dîsa artêşek pêk bîne. piştî du serkeftinên wisa, pîrus neçar dimîne ku xwe vekişîne û bi zilamên xwe yên sax mayî, vegeere welatê xwe. (piştî 8 salan jinek kevirek davêje serê wî û wî dikuje.)

di dîrokê de gelek şer bi vê anolojiyê hatine tarîfkirin. hinek kes ji bo berxwendana kobanê û şerê helebê jî tiştên wisa dibêjin. di şerê kobanîyê de, kurd bi ser ketin lê bajar bi temamî rûxiya û hema bêje mêr/jin ji kurdan sax neman li bajêr. lê erê kurd bi ser ketin. li helebê jî artêşa sûrî, gelek wendahî dan, beşek girîng ya artêşê û gelek tîmên taybet mirin lê erê ger em li encamê binêrin, bi ser ketin.
bi ya min ev her du şer jî ne serkeftinên pîrûs bûn.

bi kurtasî sereftinên pîrus ew serkeftin in ku berdêla wan gelek gelek zêde ne, ewqas ku wateya serkeftinê tune dikin.



22.01.2017 12:27 | simurg56