Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [berfa hûr avêt ranê stûr] de;

1. gotineke pêşiyan e.
li gorî vê gotina pêşiyan, ger berfa ku dibare hûr be, wê demê wê pir bibare û wê wisa berhev bibe ku bigihije heta ranê stûr ya mirov yanî hema bêje heta navtengê.
berî 3 rojan çûm dîlokê ji bo vexwendinekê, ji ber ku bû dereng, me got em roja dîtir bi roj vegerin. dema bû roja din û sibeh me çavê xwe vekir, me dît ku berf bariye. wê demê min cara ewil vê gotinê bihîst (û zûzûka qeyd kir). gotin berfa stûr avêt ranê stûr, yanî wê ev berf hê zehf bibare.
bi rastî jî wisa çêbû û 2 rojan ji ber berfê min nekarî derkevim rê.

weke berfa hûr, xwe davê rana sitûr jî tê zanîn.



23.12.2016 22:55 | simurg56