Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di rêwitiya otobêsê de li paş ve tewandina paldankê] de;

7. kontra-atakê heq dike. wilo: qûna xwe bişemitînin pêş, her dû enîşkên xwe dênin ser pişta paldanka necamêrî. di vê pozîsyonê de wê enîşkên we bi quwetek mezin di nav paldank de here û pişta necamêrî aciz bike. xalekî girîng: serê 2 deqeyan, cihê enîşkan biguherin da ku hînî cihê wan nebe û adapte nebe. ku fêhm bike, wê paldanka xwe rast bike, an na hûn ê bibin 1-1



01.05.2021 21:32 ~21:35 | simurg56

2. mafê rêwiyê li paldanka pêş e. lê weke li jor jî hatiye behskirin, divê ne ji nişka ve lê piştî haydarkirinê were kirin.

di otobûs û balafirên erzan de jixwe navbera paldankan teng in, vêca dema yê pêş jî paldanka xwe ditewîne ji bo rêwiyê li paş, qet cih namîne ku lingê xwe lê dirêj bike fîlan. jixwe bi ya min divê di balafir û otobûsên wisa de taybeetiya tewandina paldankan tune be.



03.06.2016 22:17 | simurg56