Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sarpa] de;

1. masîya ku li ser pulên wê xêzikên zerzerok hene. bi vê xemla xwe bala mirov dikişîne. tîpê wê mîna çuprayê ye.

mezinahiya wê bi qasê 250 gr e lê heta kîloyekê jî dikare giran be.

erzan e. kîloya wê heta 3-4 mîlyonan jî tê dîtin.

tama wê jî qet nexweş e.



ev agahiyên li jor gelek girîng in. ji ber ku min pê nizaniya, min îro 4 heb ji van masiyan (bi qasê kîloyek girt) bi bûhayê 25 tl kirî.

hê dema min dest bi sorkirina wê kir, bêhnek nexweş pê ket. bîhna her masiyî ne xweş e. min got belkî tama wê xweş be. lê mixabin tama wê ji bîhna wê jî xerabtir bû.

ez ku gelek ji masiyan hez dikim û gelek dixwim jî, dilê min ji masiyan sar kir.



tama vê masiyê ji kefalê jî xerabtir bû. taybetiya van her du masiyan jî ew e li cihên ku av lê tenik e, dijîn. şinahiyên bin avê de yên mîna kevz û plantkonan dixwin û çi tiştê din yên ber devê wan jî dixwin.



dîtbariya wê jî wisa ye, lê binêrin da ku we jî nexapîne;

Here lînkê



22.05.2016 19:18 | simurg56