Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hematokezya] de;

2. yek ji nîşaneyên xwînîbûnên sîstema gastroîntestînalê ye. li gorî çavkaniya xwînê, du cûre ye.

1- xwînîbûna ji beşa jor ya sîstema gastroîntestînalê ye.

Di vir de, ozofagus(lûleya xwarinê ya ji dev heta ûr), ûr an jî beşa ewil ya roviyên zirav (duodenum, yanî 15-20 cmyên ewil yên roviyan) çavkaniya xwînê ye.



2- xwînîbûna ji beşa jêr ya sîstema gastroîntestînalê ye.

di vir de çavkanîya xwînê, beşê din ya roviyên zirav (jejenum û îleum) an jî roviyên stûr (kolon, rektum, anûs) e.



hematokezî an jî hematokezya, piranî nîşaneya xwînîbûna ji beşa jêrîn e. lê ger xwînîbûn ji jor be lê herka wê gelek zêde be yanî xwînîbûnek gelek cîdî be, ji ber zêdebûna mîxtara xwînê heye ku bêyî ku were guherî û bibe reş, xwîn dikare ji anûsê bi rengê sor jî derkeve.

yanî hematokezya piranî di xwînîbûna jêrîn de tê dîtin lê carina di xwînîbûna beşa jorîn de jî tê fîtin.



11.05.2016 23:35 | simurg56