Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hatchback] de;

4. cûreyeke qûna erebeyan e.

yên ku qûna wan dirêj e jê re sedan dibêjin, yên ku qûna wan kurt e, yanî bagaja erebbê jî bi cama paşîn ya erebeyê xelas dibe, ji wan re jî hatchback tê gotin.

ji xeynî van station wagon heye, em dikarin bibêjin ev jî yekbûna hatchback û sedanê ye. erebe mîna sedanê dirêj e, lê bagaja wê mîna hatchbackan bi dawî dibe.



sedan: Here lînkê

hatchback: Here lînkê

station wagon: Here lînkê



bikaranîna hatchbackan hêsantir e (parkkirin fîlan), loma jin hema bêje her tim wan hildibijêrin. lê tabî mirov nikare bêje erebeya jinan e. tiştek wisa tune.

hatchback ne tenê segmenta b'yê de heye (renault clio, peugeot 206-207, vw polo vs.), di segmenta c'yê de jî heye (ford focus, renault megane, citroen c4, mazda 3, peugeot 308 û hwd.)



bi qasê min dîtî, di segmenta b'yê de di navbera versiyonên hatchback û sedan ya heman modelê de ji aliyê firehiya bagajê ve ferqek heye. yanî yên sedanan firehtir in. lê di segmenta c'yê de bi ya min mezinahiya bagajên wan mîna hev in. ji ber ku di hatchbackan de devê bagajê bi cama paşîn ya erebeyê vedibe, bi ya min bikaranîna wan xweştir e. loma ez ji erebeyên hatchback zêdetir hez dikim. tîpên wan jî xweşiktir e li ber çavên min.



19.09.2016 17:48 ~17:49 | simurg56