Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [let's our man dance] de;

1. kurtefîlmek kurdî ye. di eslê xwe de tê de axaftin tune loma zimanê fîlmê tune lê ji aliyê derhênerek kurd ve hatiye kişandin.

li gorî nûçeya rûdawê, vê kurtefîlmê di festîvala short workê de xeleta kategoriya kurtefîlma herî baş standiye.

min dî înternetê de di derbarê vê xêelatê de agahiyek din nedît lê min fîlmê bixwe dît.

vaye li vir e: Here lînkê

rûdawê navê fîlmê bi kurdî weke bila zilamên me govendê girê bidin hatiye dayîn. di kurtefîlmê de navê kurdî ya fîlmê bi tîpên erebî hatiye nîşandan, loma min nekarî bixwînim.



afîş:

Here lînkê

Here lînkê



derhênerê fîlmê hiwa eminnejad e. ji kurdistana rojhilat e. kurtefîlm bixwe 5 deqe ye. di derbarê jinên kurd de ye ku ji hiriyên pez û bizinan pêşîn ta hildiberînin û paşê bi van benan, ji zilamên xwe re cilên govendê çêdikin. tê de dîmenên xweşik hene.



20.12.2015 21:52 | simurg56