Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [aziz sancar] de;

14. xwe weke çi bide nasîn, wisa ye. gotiye ez tirk im, wê demê tirk e. jixwe wêneyên wî yên li ber ala tirkan û ataturk hene. lê serkeftina wî bi tu awayî ne ya tirkan an jî tirkiyê an jî mêrdînê ye.



mêrik berî 40 salan çûye amerîkayê û bi devê xwe dibêje rojeva tirkiyê naşopînim û ger di tvyên amerîkan de jî bibînim qenalê diguherînim. ê ev tirkbûnek çawa ye? ji aliyê din ve, xpiştî 40 salên wisa ji welêt dûr, ger were tirkiyê wê ji tûrîstên swêdî zêdetir şaşwaz bibe û xwe xerîb hîs bike.



ez û ew me heman zanîngeh û beşê qedandine, bandora zanîngehê li ser mirov bêguman girîng e. lê ger mirov ji wê zanîngehê derkeve û li deverên din bibe pispor, profesor û bi salan di wan hawirdoran de lêkolînan bike, êdî ew bandor encax bi qasê %5 be.



bi kurtasî, tirkek serkeftî ye. lê malê amerîkayê ye.



09.10.2015 22:05 | simurg56

1. xwediyê nobela îsal e. di beşa kîmyayê de xelatê standiye. ew bixwe doktor e û di beşa pisporiya bîyokîmyayê ya tibê de bi pêş ketiye.

zanîngeha stenbolö xelas kiriye û paşê çûye amerîkayê. xebatên xwe li wir domandiye.

li ser saeta biyolojîk xebatan kiriye ku ji bo kanserê derman bibîne an jî rê jê re veke.



ne tirk e ne jî kurd e. ji mêrdînê ye. mirovê wekîlê hdpê mithat sancar e. yanî ereb e.



07.10.2015 20:13 | simurg56