1. pêlîstoka zarokan e.
piranî di hundirê xwe de gaza helyumê dihewînin û sedema firîna wan jî ev e. ji ber ku gaza helyumê ji hewayê siviktir e.
lê ev balon di nava 1-2 rojan de rûdine, vedimire. sedema wê jî dîsa mîna sedema firîna wê ye;
dema balon tên pifdan, her ku mezin dibin balon zirav dibe û valahiyên di navbera yekîneyên wê de firehtir dibe. di hewaya normal de gazên oksîjen û nîtrojen heye ku molekulên van her du gazan ji ya helyumê mezintir in. ji ber ku molekulên helyumê gelek biçûk in, li gorî hewaya normal gelek bileztir û zûtir di nav valahiyên dîwarê balonê re derdikeve der. bi derketa helyumê, hêza firîna balonê her kêm dibe û di dawiyê de dikeve erdê.
|