Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mêrsîn] de;

13. bajarê ku partiya kurdan (dtp,bdp,hdp û yên wisa) her hilbijartinê de golek diavêjinê.



fikri sağlar bû namzetê şaredariya mezin ya mêrsînê ya dtpê: wenda kir û paşê vegeriya çû chpê.

ahmet özer bû namzetê şaredariya torosê; wenda kir û ket li pey qûna chpê û nema tê...

orhan miroğlu bû namzetê wekîliyê: bi çend sed dengan, wenda kir û çû ket nav refên akp'hezan..

ertuğrul kürkçü kirin namzetê wekiliyê, qezenc jî kir lê ne ji gelê me bû. gel jê hez jî nedikir lê tenê ji ber ku apo gotibû "hevalê min e. lê xwedî derkevin" hat bijartin.

vê hilbijartina dawîn jî mustafa güler ku tirk e, ji ber ku popûler e kirin namzetê yekemîn yê endamiya meclîsa şaredariyê, tabî hat bijartin jî lê me şaredariyê bixwe qezenc nekir. û mêrik jixwe dibêje ez ne ji bdpê/hdpê me. tenê min piştgirî da wan, wan jî piştgirî dan min. jixwe ne endamê partioyê ye jî.



10.08.2014 16:28 | simurg56

12. êdî bûye bajarek kurdistanê.

îro li mekteba ku min ji bo hilbijartinê, dengê xwe lê bi kar anî, jinek kurd ku cezayê hepsê xwariye û polîs li her derî li wê digere, hat ket pola xwe, dengê xwe bi kar anî. polîsan li ber deriyê polê, dafik li ber vedabûn, nasnameya wê pirsîn, jinikê nasnameya xwe dayê. tam vê nuqteyê de gelê kurd mûdaxale kir û êrîş li polîsan kir û li wan xistin. jinik ji wir hat revandin û xwe xelas kir *

bi ya min sembola vê hilbijartinê ev bûyer e.



30.03.2014 18:52 | simurg56

11. bajarê tirkan yê herî kurd e. mirov here ber behrê jî, here sûkê jî, here zozanan jî tije kurd hene. ev bo min taybetiya herî xweş ya mêrsînê ye.

lê mesele, li malmîrata îzmîrê ev yek qet tune. tenê ji ber vê yekê hişê min ji îzmîrê diçe.



22.10.2013 22:49 | simurg56

7. bajarê tirkan yê ku rêjeya kurdan tê de herî zêde ye.

li giştiya mêrsînê bdp bi qasê %10 distîne, lê navenda mêrsînê bi qasê %20 raya wê heye.

li navendê bdp şaredariya akdenizê distîne û niha jî destê bdpê de ye ku ev şaredarî sûka mêrsînê jî dihewîne.

rêya kurdan li navenda mêrsînê, ez bawer im bi qaşê %50 fîlan e.

(bnr: mehmet fazıl türk)

(bnr: şaredariya akdenizê)



her wiha bajarê ku ez lê bûme û lê mezin bûme û bi saya vê rêjeya kurdan, heta çûme dibistana seretayî jî hînî tirkî nebûme. mêrsîn bajerek aha wisa ye.



21.10.2013 19:59 | simurg56

4. ewqas kurd lê dijîn ku hûn herin ku dera mêrsînê (ber behrê, li çiyê, gundan, zozanan, li sûkê û hwd.) hûn zimanê kurdî û kurdan dibînin.

jixwe şaredariya ku sûka bajêr jî tê de ye, aîdê partiya kurdan, bdpê ye.

piştî ku mirov bajarên weke îzmîrê dibîne mirov çêtir qîmeta mêrsînê fêhm dike.

sirf ji ber ku îzmîrê bi tu awayî tama kurdewariyê tune, qet ji vî bajarî hez nakim. lê ma qey mêrsîn wisa ye?

tevî her tiştî jî em nikarin îdîa bikin ku bajarê kurdan e. bajarê tirkan e lê keda kurdan tê de zehf e. sûka wê piranî, karkeriya înşaatê komple, mûeahîtî zeyfî, kar û barên hâlê û bazarê temamî destê kurdan de ye.

mêrsîn baş e, baş. ger ne wisa bûya, ez ê ku li mêrsînê bûme û li wir mezin bûme, wê kurdiya min çawa hebûya?



15.08.2013 19:06 | simurg56