Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [metîlfenîdat] de;

1. dermanek ji koma dermanên fenetîlamîn e.

herî zêde ji bo nexweşiya kêmasiya dîqatê û xerabiya hîperaktîvîteyê tê bikaranîn. lê her wiha tê îstîsmarkirin jî. ji ber ku fonksiyonên mejiyê yên bibîranînê û hwd. zêde dike û mirov zindî û şiyar digire. li gel van bandorên wê yên xweş, bandorên wê yên neyînî yên muhtemel jî hene. lê ev bandorên nexwestî, bi qasê yên metamfetamînê ne giran in.

her du derman jî bandora xwe bi astengkirina şûnde vekişandina dopamînê, dikin. yanî dopamine reuptake inhibitor in. bi vî awayî di valahiya navbera rehikan de, dihêlin asta dopamînê zêde bimîne.



metîlfenîdat, molekulek bandorker e. di piyaseya tirkiyê de weke ritalin tê zanîn û firotin. tabî bi reçeteyên taybet.



05.09.2015 23:38 | simurg56