Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [manevraya prîngle] de;

2. manevraya ku tam salek piştî peyama xwe ya li jor, bûye nesîb ku îro çêkim. Yek ev manevra yek jî packing, di travmayên xedar yên kezeba reş de jiiyana nexweş rizgar dikin.



07.05.2016 15:05 | simurg56

1. manevraya ku di hinek emeliyatan de tê bikaranîn.

bi taybetî di emeliyatên kezeba reş de (neqla kezeba reş, rezeksiyona wê, xwînîbûna wê û hwd.) tê bikaranîn.

bi amûreke atravmatîk, hepatoduodenal lîgaman tê klempkirin û bi vî awayî xwîna ku bi hepatîk arter û portal venê diçe kezaba reş, tê birîn. bi alîkariya vê manevrayê him xwînîbûn dikare were sekinandin him jî ji bo dermankirina cerrahî wext çêdibe.



lê heye ku piştî vê manevrayê jî xwînîbûn dewam bike. di rewşek wisa de, divê bê zanîn ku nexwe çavkaniya xwînîbûnê retrograd e: ji vena kava înferîorê ye an jî ji hepatîk venê ye.



cara ewil ji aliyê james hogarth pringle ve hatiye ravekirin û paşnavê wî hildaye.

Here lînkê



19.05.2015 12:03 ~12:06 | simurg56