Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [amûra bêmirov ya ezmanî] de;

4. ne amûrek mîna pense'yê ne. lê ji ber ku bêmirov in tê de tu kes rûnanê û jixwe cihê rûniştinê fîlan jî tune, mirov qet nikare bêje erebe an jî otomobîl e.



17.05.2015 23:59 | simurg56

1. bi kurtî abe

balafirên otomatîk in. tê de mirov tune. kontrola wan an jî mnavendek li erdê û ji aliyê mirovan ve tê kirin an jî li gorî planeke ew bixwe diçin û tên.

piranî ji bo keşfê hatine çêkirin û bikaranîn. ya yekemîn di sala 1916an de hatiye çêkirin.

îro êdî gelek bihêztir, leztir, siviktir û fonksiyoneltir in.

êdî yên ku dikarin êrîş bikin (bi fuzeyan) jî hatine çêkirin lê gelek caran bûne sedema mirina gelek sîvîlan jî.

her wiha tê plankirin ku di pêşerojê de ji bo guhestina kargoyan jî werin bikaranîn. amadekariya şîrketa kargoyê ya elmanan dhl ji bo vê yekê heye: http://www.dailymail.co.uk/sciencetech/article-2520818/DHL-tests-delivery-drone-airborne-robots-used-deliver-medicine.html



di fîlma interstellarê de jî yek ji van dihat dîtin ku ev çend sal bûn li hewayê bû û bi enerjiya tavê dixebitiya.



17.05.2015 15:58 | simurg56