Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [unîteya çavdêriya domdar] de;

1. pêşniyara berxweda ye ji bo intensive care unit. bi tirkî yoğun bakım ünitesi.

bi ya min pêşniyarek baş e. ji ber ku min heta niha alternatîfek baştir nedîtiye.



li gorî wîkîpedyayê (ku wan jî ji ferhenga îngîlîzî ya salah sadallah standine); sexbiriya tîndar e. lê min ji vê wergerê qet hez nekir.



berê min beşa krîtîk pêşniyar kiribû lê ev jî zêde sade ye û wateya wê ne tam e.

endazerodeya xweşlênêrînê pêşniyar kiribû û ji bo nexweşxaneyek taybet, wergera xwe wisa çêkiribû. wergerek sempatîk e, ji aliyê gel ve jî zûtir dikare were fêhmkirin lê malmîratê gotina wê zehmet e.



welhasil heta niha bi ya min pêşniyara herî baş e.



24.04.2015 20:34 | simurg56