Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [wergera dimilî ya tirşikê] de;

19. bi wergera endezyar êdî %100 e.

ger we bivê hûn wergera dimilkî tenê ji bo carekê bi kar bînî: li aliyê çepê di bin qutiya lêgerînê de zimanê dimilkî hilbijêrin.

lê ger we bivê zimanê malperê ji bo we herdem bi dimilkî be, herin panel>eyarên min>ziman>ziman biguhere ger hûn ji vir zimanê xwe bikin dimilkî, êdî hûn kengê têkevin tirşikê wê zimanê tirşikê bibe dimilkî.



25.03.2016 07:23 | simurg56

17. taybetiya tirşikê ku vê gavê tenê ji aliyê 2 tirşikvanan ve tê bikaranîn.



24.03.2016 19:10 | simurg56

16. li gel ku rewşa wê ne xerab e dîsa jî tê de kêmasî hene. loma pêdivî bi dimilîzanan heye. gelo kî heye ji bo me nêzikî 50 hevok/peyvan wergerîne?



03.12.2015 17:27 | simurg56

15. bi wergerandina hinek beşên din yên tirşikê, niha baştir e.



23.04.2015 17:54 | simurg56

11. wergera ku îro dest bi weşanê kiriye. mirov dikare ji beşa çepê, zimanê malperê hilbijêre. an jî li profîla xwe, ji menûya "eyarên min" zimanê malperê mayînde biguhere.

bnr: sîstema nû ya tirşikê/66054



16.04.2015 21:28 | simurg56

6. wergera ku li gorî daxwaza kurdên zaza, navê wê dikare were guhertin. ne xem e. biryar ya wan e.



14.04.2015 21:06 | simurg56

1. hema bêje amade ye lê kêmasî ne.

sîstem jî ji bo pirzimanîyê hat amadekirin û bi alîkariya hevalên serhednişîn piraniya hevokan hatin wergerandin lê ji ber ku hevokên kêm hene hê jî nikarim biweşînim.

eslê xwe de wê bibûya sûrprîz, lê mixabin! alîkariya tirşikvanan pêwist e, loma neçar mam ku sûrprîzê xera bikim.

neyse, tirşikvanên ku dikarin bibin alîkar, bila emaila xwe ji min re bişînin ku wergerên hevokên kêm ji wan bipirsim.



her wiha (bnr: wergera soranî ya tirşikê)



13.04.2015 22:25 ~22:28 | simurg56