Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [wergera bi peretî ya peyvên îngîlîzî] de;

15. bi keda tirşikvanan vêga baş diçe. di wergeran de ji xeletiyan zêdetir hinek kêmasî çêdibin lê dîsa jî ber bi armanca xwe ve diçe. hejmara peyvên ferhenga îngîlîzî-kurdî ji 16 hezaran jî derbas kir.



09.03.2015 23:18 | simurg56

11. kesên ku dixwazin pereyê xwe yê berhevbûyî bistînin (pişt ku bûha ji 20 tlyan derbas bû) dikarin daxwazek bişînin. wê demê wê were şandin.



08.03.2015 10:55 | simurg56

8. mirov êdî dikare hejmara wergerên xwe û pereyê ku jê qezenc kiriye, ji profîla xwe di rûpela îstatîstîkên wî/wê de bibîne:

weke mînak ya min: Here lînkê



07.03.2015 16:48 | simurg56

7. yên ku dixwazin wergerê bikin, wê li şûna wergera tirkî, wergera kurdî binivîsin û bişînin.



(ji kerema xwe re bila di nav wergerê de tenê tîp/herf û reqem hebin. ger na, çewtiya li jor wê derkeve)



07.03.2015 16:32 | simurg56

3. weke li jor jî hatiye gotin, wê bibe sedema wergera wergerê lê aniha ji bo me çareseriyek din tune.

ku mirov baş îngîlîzî nezane jî, di eslê xwe de gelek caran ji ravekirina wateyê, kêm zêde wate û mantiqa peyvê fêhm dike.

ji ber vê yekê ez bawer im wê dîsa jî ferhengek baş derkeve holê. jixwe, ji ber ku ferhengên li vir înteraktîf in, di pêşerojê de wê her werin rojanekirin û rastkirin. ji aliyê din ve di binê peyvan de cihê şîroveyan jî heye ku li vir wateya peyvan dikarin werin nîqaşkirin.



06.03.2015 23:17 | simurg56

1. ji bo bi pêş xistina ferhenga îngîlîzî-kurdî ye.

weke hûn dizanin, ferhenga me ya îngîlîzî-kurdî, li ser înternetê ferhenga herî mezin ya îngîlîzî-kurdî ye. Here lînkê lê mixabin dîsa jî gelek qels e û pêdivî bi alîkariya herkesî heye.



ji bo ku herkes bikare alîkariya vê ferhenga gelek pêwist, me îro kampanyayek da destpêkirin. di destê me de nêzikî 30.000 peyvên îngîlîzî û wergera wan ya tirkî hebûn. niha ew peyv di danegeha me de barkirî ne.

dema hûn têketin rûpela me ya wergerê Here lînkê wê peyvek îngîlîzî û wergera wê ya tirkî derkeve pêşberî we. hûn dikarin wê wergera tirkî wergerînin kurdî û bişînin. ev wergera we, wê ji bo kontrolê here ber destê moderatoran.

piştî ku hat erêkirin jî wê were weşandin û wê li ser navê we were barkirin.



ji bo her peyvekê, tirşikvan wê 0.07 tl heq bikin. helbet ev pere gelek gelek kêm e lê jixwe armanc tenê motîvasyonek biçûk e û butçeya tirşikê encax evqas e.



dema mirov di tirşikê de di nav mijaran de bigere, wê ji 7 rûpelan rûpelekê de di binê hemû peyaman de jî paceya wergerandina van peyvan derkeve. weke mînak: Here lînkê



li gorî pêşniyarên tirşikvanan, em dikarin fonksiyonê û kampanyayê biguherînin.



rojanekirin: mirov êdî dikare hejmara wergerên xwe û pereyê ku jê qezenc kiriye, ji profîla xwe di rûpela îstatîstîkên wî/wê de bibîne:

weke mînak ya min: Here lînkê



06.03.2015 22:33 ~2015.03.07 16:49 | simurg56