Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pet] de;

1. cûreyeke tomografîyê ye. lê ne ji aliyê radyologan ve lê ji aliyê pisporên nukleer tibê tên kişandin û nirxandin. ji bo kontrolkirina hebûn û belavbûna kanseran tê kişandin.

weke mînak berî tedawiyê ji bo ku bê zanîn ka kanser li organên din belav bûye an na, tê kişandin. carina jî piştî tedawiyê ji bo kontrola paşdeçûna, tunebûna, vegerîna nexweşiyê tê kişandin.



hucreyên kanserê piranî ji hucreyên normal yên di laşê mirov de, zêdetir anaerobîk glîkolîzê dikin. di petê de jî piranî f-flurodeoksîglukoz tê enjektekirin, û di fîlmê de li ku dera laşê mirov ev made zêde kom bûbe, ew der li gor hinek pîvanên din weke "nexweş" tê hesibandin.



testek giranbûha ye.



17.01.2015 20:51 | simurg56