Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [adenoma paratîroîdê] de;

1. mîna mêşan, biçûk e lê dilê mirov diqeqilîne *



piranî ji 1 cmyê biçûktir in. min heta niha kêm caran ji 1 cmê mezintir dîtiye. ev adenom ji raçînka paratîroîdê çêdibe ku li gewriya mirov 4 heb ji van heye. ev adenom ji raçînka normal ya paratîroîdê gelek zêdetir û bêhewce dixebite û loma di xwîna mirov de asta hormona paratîroîdê gelek bilind dibe.

weke encama wê jî, hestiyên nexweş dihelîn, lawaz dibin û xwaromaro didin, li gurçîkan kevir peyda dibin û dibin sedema nexebitîna wê, wendakirina kîloyan, acizî, xerabûna ahenga mensê, lawazbûna masûlkeyan, fitiq, tenikbûna çermê û porên li ser û hwd. bi kurtasî semptomên hîperparatîroîdîzmê...



ger rewş wisa xerab be, pêwist e ev adenom bi emeliyatê were derxistin (paratîroîdektomî)

berî emeliyatê sîntîgrafî dikare were kişandin ji bo tespîtkirina cihê wê, da ku gi emeliyatê de bi hêsanî were dîtin. emeliyatek pîs e. ji ber ku carinan -weke tirkan gotiye- heçko mirov di nav kayê de li derziyek bigere.



21.11.2014 20:53 | simurg56