Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [scoda] de;

1. marqeyeke erebeyan e ku xwediyê çîrokeke ecêb e. dawiya salên 1800î de, hemwelatiyeke çek yê bi navê václav klement ji xwe re pisiqlêtek dikire. ev pisiqlêt malê elmanan e. dema ku ev pisiqlêt xerab dibe, pisilêta xwe, li gel nameyeke (bi zimanê xwe yê çekî) daxwazên xwe dişîne elmanyayê.

lê jê re bersiveke wisa tê "ji kerema xwe re ji bo ku em bikarin bibin alîkarê we, nameya xwe bi elmanî binivîsin"



ji ber vê helwesta çêkerên pisiqlêtê yên elman, gelek hêrs dibe û li rêya çêkirina pisiqlêtan digere. dawiyê de, bi hevkariya václav laurin, dest bi hilberandina pisiqlêtan dikin. piştî demekê, êdî motoran û dawiyê de otomobîlan çêdikin.



lê ya ecêbtir ew e ku ev marqe di sala 1991an de ji aliyê volkswagenê ve, yanî ji aliyê elmanan ve hat kirîn.



14.09.2014 13:45 | simurg56